Li Diyarbekirê keçeke 17 salî ji ber zewaca berdêlîyê xwe kust

Li Diyarbekirê keçeke 17 salî ji ber zewaca berdêlîyê xwe kust

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku li Diyarbekirê keça 17 salî ya xwendekara lîseyê Nursîn Kose ku malbata wê dixwest wê bi berdêliyê bide zewicandin, întihar kir û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan bûyer li navçeya Peyas a Diyarkirê rû daye û keça bi navê Nursîn Kose ya 17 salî ku malbata wê xwestiye wê bi zorê bi rêya berdêlîyê bidi zewinadin xwe kuştiye.

Hat zanîn ku Nursîn Koseyê 3 roj berê bi çifteya nêçîrê li mal xwe kuştiye û bi giranî ew rakirine nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ya Diyarbekirê lê tevî hemû destwerdanên pizîşkî jî jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Kose li goristuna Peyasê hatiye veşartin û derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin