Resûl û Barzanî rêkeftina hikûmetê li xelkê Kurdistanê pîroz kirin

Resûl û Barzanî rêkeftina hikûmetê li xelkê Kurdistanê pîroz kirin

PeyamaKurd - Îro 5ê Gulana 2019an şanda bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê piştî 6 mehan bi ser hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê hem bi YNKê re hem jî bi Tevgera Goran re li ser pêkanîna hikûmeta Kurdistanê gotina dawî kir û hersê partiyan jî li hev kir.

Rêkeftina ligel Goranê beriya niha hatibû îmzekirin û îro nakokiya li ser postên kabîneya nû ligel YNKê çareser bû û rêkeftin hat îmzekirin.

Piştî îmzekirina rêkeftinê Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl ji medyayê re axivîn û ev lihevkirina ser hikûmetê li gelê Kurdistanê pîroz kirin.

‘BI HÊVIYA EV RÊKEFTIN BIBE DESTPÊKEKE GIRÎNG’

Cîgirê Sekiretêrê Giştî yê YNKê Kosret Resûl pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir bi hilkefta wajûkirina rêkkeftina di navbera PDK û YNKê de bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Kurdistanê û hêvî xwest ew rêkkeftin bibe destpêkeke girîng bo çareserkirina arîşeyan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê.

‘EM HER SÊ ALÎ BI SER KETIN’

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî got, îro em gihîştin qonaxa dawîyê ya danîna nexşerêya pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Herêmê û wiha axivî:

“Karên me bi danûstandin û ji hev têgihiştinê gihîşte encamê û me hersê aliyan têgehiştineke baş heye bo pêkanîna kabîneya nû. Hêvîdarim ji bo xizmeta xelkê kar bikin. Xuya jî kir berê eger arîşeyek heba tirs li ba xelkê durist dibû, lê vê carê em her sê alî xwe bi serkeftî dibînîn û pîrozbahîyê li xelkê Kurdistanê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin