PeyamaKurd - Encûmena Şaredariya Qoserê di civîna destpêka mehaTîrmehê de navê 4 parkên ku di serdema Qeyûm de hatibûn guhertin bi piraniya dengan ji nûve vegerand navên berê.
Encûmena Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê civîna Tîrmeha 2019an li dar xist û di civînê de navê parkên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn guhertin anîn rojevê.
Encûmenê bi piraniya dengan biryar wergirt ku navê parkên ku hatine guhertin paşve bistînin û navê berê li wan bikin.
Li gorî biryara encûmenê Parka Mehmet Sincar, Ubeydullah Eren, Şeyhdavut Yalçinkaya û Leyla Qasim ku qeyûm guherandibû dîsa hatin vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin