PeyamaKurd – Serokwezîrê Fnlandiyayê Petteri Orpo, ragihand ku ji bo ber li derbaskirinên koçberan yên di derveyê qanûn de bigrin, ji roja înê, piştî nîvê şevê, wê ji 9 deriyên navbera Fînlandiya û Rûsyayê 8 deriyan bigrin. Fînlandiya ji bo koçberên ku bi qaçaxî ji Rûsyayê diçin welatê wan asteng bike, biryara girtina deriyan daye.
Serokwezîr Petteri Orpo got ku ji bo rê li ber koçberan bigrin, wê tenê deriyê li bakûr yê bi navê Raja-Jooseppi vekirî bihêle. Orpo got:
“Ji bo koçber xwe bighînin deriyê herî li bakûrê welate yê Raja-Jooseppiyê, divê gelek zahmetiyan bibînin.”
Di çend rojên borî de ji 600an zêdetir koçber di ser Rûsya de çûbûn Fînlandiyayê. Sînorê Fînlandiyayê bi Rûsya re 340 km ye. Fînlandiya di 18ê Mijdarê de 4 deriyên xwe ji Rûsya re girtibû.
Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö ragihandibû ku ji ber dewleta wan bi Amerîka re peymana bergiriyê îmze kiriye, Rûsya ji wan tola hildigre û rê li ber koçberan vedike û wan teşwîq dike.
Li ser girtina deriyan, wezareta karên derve ya Rûsyayê bangî balyozê Fînlandiyayê yê Moskovayê Antti Helanterei kiribû û nota ya protestoyê dabûyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin