PeyamaKurd - Şirovekarê Kopoletîkê û Şêwirmendê Bazirganiya Navneteweyî yê Amerîkî Stephen Turner got: “Dem hatiye ku henardekirina nefta Herêma Kurdistanê yekser bê destpêkirin.
Turner anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî dixwaze kuk Herêma Kurdistan û Iraq ji bo çareserkirina vê mijarê nêzîkî hev bibin û ji bo çareseriyê jî pêwîstiya hevbiryariya Hewlêr û Bexdayê destnîşan kir.
Şirovekarê Kopoletîkê û Şêwirmendê Bazirganiya Navneteweyî Stephen Turner ji K24ê re axivî û got: “Pirsgirêka henardekirina nefta Herêma Kurdistanê bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ji bo DYAyê jî ev pirsgirêk divê bê çareserkirin û DYA ji bo çareseriyê Iraqê pal dide ku ji bo henardekirina neftê hewl bide.”
Stephen Turner anî ziman ku DYA dixwaze nîşanî Herêma Kurdistan û Iraqê bide ku henardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji bo wê jî gring e û dom kir:
“DYA dixwaze Iraq pişta xwe bi nefta Herêma Kurdistanê bibeste û pêdivîtiyên xwe pê pir bike. Ji ber ku çavkaniyeke wê ya xwezayî ye û ji bo aborî û aramî û jiyana welatiyan garantî dike, neft ji bo Herêma Kurdistanê dahateke pir gring e.”
Stephen Turner balê kêşa ser wê yekê jî ku DYA dixwaze jêrxaneya ûzeya Herêma Kurdistanê bihêztir bike daku bide zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo DYAyê hevpeymaneke pir baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin