Beyan Samî Abdurehman di daxuyaniya xwe ya di derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Washingtonê de got: “Wezîrê Derve yê DYAyê bi germî pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir. Hevdîtina di navbera wan de pir baş bû û li gel geşedanên Rojhelata Navîn û mijara neft û enerjiyê, li ser gelek mijaran nîqaş kirin"Abdurehman diyar kir ku rayedarên payebilind ên DYAyê wê peyamê dane Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ji ber derfeta wê ya arastekirina bazara cîhanê heye, divê petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re bê henardekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi vexwendina fermî, ligel şandeke payebilind çû paytexta DYA Washingtonê û li vê derê bi payebilindên vî welatî re hevdîtinên gring pêk anî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin