PeyamaKurd – Li ser mesela berdana Osman Kavala ko konsolosên deh welatan daxwuyanî dabûn da Tirkiye Osman Kavala ji zîndanê berde, serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan îro ragihand ku ew bi xwe ferman daye wan deh konsolosan weka ‘kesên nayên xwestin’ ragihînin. Erdoğan weha got:
“Min fermanê da wezîrê karên derve. Min xwest ku mesela deh konsolosan ‘weka kesên nayên xwestin’ ragihînin û hel bikin. Radibin radizên dibêjin Kavala. Kavala beşa Sorozê ya Tirkiyê ye. Deh konsolos ji bo wî tên wezareta karên derve. Ev çi bêdebiye. Vê derê Tirkiye ye. Kes nikare fermanê bide me. Wê vana Tirkiyê nasbikin, fêm bikin û bizanibin. Roja ku Tirkiyê nizanibin û fêm nekin wê Tirkiyê terk bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin