PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ragihand ku ew hêvî dike hevdîtinên di navbera Tirkiyê, Îsweç û Fînlandiyayê yên ji bo civîna NATO yê ya hefteya pêşiya me ku li Madrîdê bêkirin, bi erênî encam bide.
Wezîrê karên derve yê Îspanyayê Albares û wezîra bergiriyê Margarita Robles, berya zîrwa NATO yê ya ku wê di 28-30 ê hezîranê de bêkirin, civîna çapemeniyê kirin. Li ser pirsa xebatên PKK ê yên li Îsweç û Fînlandiyayê û tewrê Tirkiyê weha got:
“Tirkiye û Îspanya hem dost û hem du hevkarên hevin. Îspanya di çarçoveya mîsyona NATO de fuzeyên xwe yên Patriotê li Tirkiyê hiştiye û dewam dike. Îsweç û Fînlandiya dost û endamên YA ne. Îspanya destekê dide endamtiya her dû dewletan. Ji bo pirsgirêk çareser bibin û her dû teref nêzî hev bibin, em dixwazin.
Her dû dewlet dikarin bi yekdengî bibin endam. Divê edîşeyên ewlehiyê nemînin. Her dû dewletê nêzî NATO ne. Em hêvî dikin heya zîrwa NATO yê pirsgirêkên navbera wan çareser bibin û em ji bo wê dixebitin. Hefteyekî maye. Hevdîtin dewam dikin. Dibe bi her dû dewletan re li Madrîdê îmze bênkirin.
Wê her dû dewlet bi dawetî werin zîrwê û lîderên wan wê tevlî şîva 28 ê hezîranê bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin