Amerîka îzna kirîna xaz û elektrîkê da Iraqê

Amerîka îzna kirîna xaz û elektrîkê da Iraqê

PeyamaKurd- Amerîka dorpêçê daniye ser Îranê da kes tiştan nefroşê û jê nekire lê îro muxafiyeteka dinê bo Iraqê danî. Amerîka îznê da Iraqê da ji Îranê elektrîkê û xaza xwezayî bikire. Kirîna xaz û elektrîkê ji aliyê Iraqê de ku ji Îranê bikire, bo demekiye û kengê wexta wê hat, Amerîka îzna Iraqê dirêj dike. Di vê mijarê de berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bi nivîskî peyamekî da. Peyam weha ye:

 “Kinek kes û rêxistinên ku bi artêşa Îranê re di nav têkiliyan de ne, bi sedema ku Iraq di mijara elektrîkê de bi Îranê ve girêdayiye, fêdê dibînin. Em ê bo Iraqê bo 30 rojan muhafiyetê deynin. Sedema ku em muhafiyetê bo Iraqê datînin ew e ku divê pêdiviyên enerjiyê yên xelkê Iraqê bê temînkirin.”

Amerîka got ku wan 20 kes û rêxistinan xistine nav lîste ya dorpêçan ku aboriya Iraqê bo şandina pera bo artêşa Îranê bikartînin. Ew rêxistin û kes bo rêxistinên bi ser Îranê ve yên weka Ketaîb Hîzbûllahê û Asaîb Ehl El Heq desteka maddî temîn dikin û nahêlin ku Iraq serbixwe bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin