PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî destekê da êrîşên ser seha petrolê yên Erebistana Si’ûdiyê ku seha petrolê ya şîrketa Saudi Aramco ye. Rûhanî li Tehranê piştî civîna encumena wezîran li ser êrîşa ser tesînên Aramco yê û divê mijarê de sûcdarkirina Îranê de weha got:
“Bo hişyariyê û dersê bidin we, li navenda sanayiyekî we xistin. Dijminên li herêmê divê ji vê hişyariyê ders bigrin û dawî li şer bînin. Ew li ciyê bazarê, dibistanê an li Sanayê li ciyekî bazarê nexistine da hun pê aciz bibin. Bo hişyarî û derse bidin we, li navenda sanayiyeka we xistine. Divê dijminên li herêmê ji vê hişyariyê dersê bigrin û bo xelk di nav hûzûrê de bijî, dawî li şer bînin.”
Rûhanî ragihand ku terefê Yemeniya şer nedaye destpêkirin û bi eksa wê Erebistan, Emarat, Amerîka, hinek dewletên Awrûpa û Îsraîl di herêmê de şer dane destpêkirin û welat kirine wêrane. Rûhanî weha dewam kir:
“Dema ew Yemeniyan dikujin, sîlih û muhîmmat dixin herêmê û Erebistan aşkera dike ku ji Amerîkayê bi bihayê 400 mîlyar dolarî sîlihan kiriye, dibêjin bila kes neaxife lê dema xelkê Yemenê bo vêya bertekê nîşan dide, aciz dibin.”
Serokkomarê Îranê Rûhanî destekê dide êrîşên ser Aramco ya Erebistanê lê wezîrê bergiriyê yê Îranê dibêje ku ti têkiliya wan bi êrîşan tine ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin