Baregeha El Cezîre hat girtin

Baregeha El Cezîre hat girtin

PeyamaKurd- Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê baregeha El Cezîreyê ya ku li Hartûma payîtexta Sûdanê ku navenda wê Qetare, girt. Rêvebirê El Cezîreyê yê Hartûmê ragihand ku konsey bê sebebekî nîşan bide televîzyonê girtiye. Çêkirina nûçeyan ji aliyê nûçegihanên El Cezî re de jî hatin qedexekirin.

Konseya Leşkerî behsa tevegera rûniştandinên li payîtextê jî kir û got ku ew tevger ewlekariya wan ya netewî tehdîd dikin. Di ragihandina konseyê de bo tevgerên rûniştinê hat gotin ku “bo şoreşê talûke ne”.

Xepêşandêr daxwaz dikin ku li Sûdanê konsey dev ji rêvbiriya leşkerî berde û dewrê rêvebiriya sîvîl bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin