PeyamaKurd – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîtekê de 3 kes mirin.
Li bajarê Marsîlyayê dO bi şev li dijî wesayîteke 5 kesan êrîşa çekdarî pêk hat.
Polîsan ragihandim, êrîş bi çekên kalaşnîkov hatiye kirin û di êrîşê de 3 kesan can dane.
Polîsan diyar kirin, êrîşkar û 2 kesên sax filitîn ji cihê bûyerê reviyane û polîsan êrîşê bi bazirganiya narkotîkê re girêda.
Polîsan eşkere kir, nasnameya 5 kesên ku bûne hedefa êrîşê hatine tespîtkirin û ew di maleke komî ya ku tiryak lê tê de hevpar e dijîn.
Ji bo girtina êrîşkaran lêpirsîn hat destpêkirin, hat ragihandin ku heta niha 5 kes hatine binçavkirin.
Hejmara kuştiyên êrîşên têkildarî bazirganiya narkotîkê ya îsal li Marsîlyayê gihişt 21an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin