PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina Romanowski anî ziman ku têkiliyên avaker ên navbera Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya ewlehî, aramî û pêşketina aborî ya her kesî de ne.
Dîplomata DYAyî Romanowski di peyama xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de hevdîtina xwe ya îro ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nirxand.
Romanowski diyar kir ku wan di hevdîtinê de wê nirxandinê kiriye ku peywendiyên avaker ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo ewlekarî, aramî û aboriya her kesî baş e û amaje bi wê yekê jî kir ku hilbijartinên azad, dadmend û zelal wê li Iraq û Herêma Kurdistanê berxwedan û nûneratiya gelan bihêztir bike.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hevdîtinê de jî hat ragihandin ku li ser pêşhateyên dawî yên di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û li gor pêşhateyên dawî û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ya di derbarê mûçeyan de, bîr û boçûnên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin