PeyamaKurd – Roja Netewî ya Fransa bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî hat pîrozkirin.
Serok Barzanî êvariya roja Înê li Hewlêrê beşdarî merasima Roja Netewî ya Fransa bû.
Bi armanca pîrozkirina roja Înê ya neteweyî ya Fransa li Hewlêrê, danê êvarê, Balyozxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê merasîmeke taybet li dar xist.
Di axaftinên li vê merasimê de ku bo cara duyemîn bi beşdariya Serok Barzanî li Hewlêrê hate lidarxistin de tekez li ser dostaniya dîrokî û pêwendiyên bihêz yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa hate kirin.
Her sal di 14ê Tîrmehê de, Roja Netewî ya Fransa li Fransa û nûnertiyên wê yên dîplomatîk li seranserê cîhanê tê pîroz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin