PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazranî, îro 24ê Sibatê pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew daxwaza peywendiyeke tendurist û çalak ligel hikumeta Iraqê dikin û herêma Kurdistanê amade ye li ser bingeha destûrê pirsgirêkan çareser bikin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew diyalogê weke çarçoveyeke girîng bo pêşvebirina peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Balyozê Amerîkayê Mathew Teulller tekez kir ku Amerîka pabendî berdewamiya diyaloga stratejîk ya Amerîkî-Iraqî ye.
Di daxuyaniya Serokê Heram Kurdistanê hat gotin; “Di civînê de pêşhatên dawî yên emnî û siyasî yên Iraqê û êrîşên ser Hewlêrê, paşê Beled û Bexda hatin guftûgo kirin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê kirin.”
Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya diyaloga stratejiya Amerîkî – Iraqî dûpat kir û Serok Nêçîrvan Barzanî jî diyaloga stratejî wekî çarçoveyekî girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn, dûpat jî kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê peywendiyeke tendurist û çalak e li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û amade ye kêşeyên li ser bingeha destûr çareser bike.
Rewşa Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyan, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Korona û hewlên ji bo dabînkirina derziyan, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya li vî derbarî de, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa deşta Nînowa û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, xistin ber behs û guftûgoyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin