PeyamaKurd - Îro cezayê darvekirinê yê hemwelatiyekî Kurd ê xelkê Nexede ku bi tometa kuştina bi qesdî ew hukim li ser hatibû dayîn, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat bicîhanîn.
Li gor nûçeya Komeleya Mafên Mirovan Hengawê, îro cezayê darvekirina hemwelatiyekî xelkê Nexede yê bi navê Erselan Yasînî yê temen 32 salî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat bicîhanîn.
Erselan Yasînî xelkê Nexede bû û 12 sal berî niha bi tometa kuştina qesdî ya dapîr û bapîrê xwe hatibû girtin û cezayê darvekirinê jê re hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin