Monomênta Sehîdan a li Hewlêrê bi fermana Mesrûr Barzanî tê qedandin

Monomênta Sehîdan a li Hewlêrê bi fermana Mesrûr Barzanî tê qedandin

PeyamaKurd  Monomênta Şehîdan a li Hewlêrê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tê qedandin.

Li gor Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê da zanîn, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi mebesta qedandina Monomênta Şehîdan a li Hewlêrê, rizamendî li ser xerckirina bi qasî 3 milyar û du sed û heştê milyon û heft sed û duwanzdeh hezar dînar hat dayîn.

Parêzgeha Hewlêrê diyar kir, Monumênta Şehîdan projeyeke neqedandî ye û piştî çend salên rawestanê, ji aliyê Parêzgeha Hewlêrê ve serperiştiya qedandinê tê kirin.

Monumênta Şehîdan li bilindahiyên nahiya Kesnezan, weke sembolek ji bo qurbanîdana gelê Kurd û bîranîna Enfal û şehîdên Kurd û Kurdistanê tê çêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin