PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi rêya daxuyaniya hevpar a ku bi Serokwezîrê Swêdê re da, li ser dabînkirina cebilxaneyên şer ên Îranê ya ji bo Rusyayê axivî. Stoltenberg diyar kir ku hemû delîl nîşan didin ku Îran ji bo Rusyayê balafirên bêmirov dabîn dike.
Jens Stoltenberg, piştî hevdîtina ku hat kirin, bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê da û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Li ser pirsên ku ‘Gelo di şerê Ukraynayê de balafirên bêmirov ên Îranê tên bikaranîn yan na?’ Stoltenberg wiha bersiv da:
“Ez ê hûrgiliyên îstîxbarata me nedim lê ez dikarim vê bibêjim ku hemû delîl nîşan didin ku Îran, van balafirên bêmirov ji bo Rusyayê dabîn dike. Ew êrîşên dijwar ên ku bi van balafiran tên kirin, reşwa piştgiriya lezgîn a ji bo Ukraynayê disepînin.
Îran jî di nav de em bang li hemû welatan dikin ku piştgiriya vî şerê dijyasayî yê ku Rusya li hember Ukraynayê dike, neyê kirin.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê bal kişand ser alîkariya leşkerî ya Almanya, Amerîka, Holland, Fransa û welatên din ên endamên NATOyê ku ew niha di nav amadekariyên radestkirina pergalên parastina asîmanî de ne.
Stoltenberg , pirsên ‘Gelo li ser îdiayên ku Îran ji bo Rusyayê moşekan dişîne, delîl hene yan na? jî bersivand û got,
“Bersiv dîsa heman e. Ez ê di derbarê agahiyên îstîxbarata me de hûrgiliyan nedim lê belê helbet em piştgiriya Îranê ya ji bo Rusyayê dişopînin û em şopdarên Îranê ne bê ka çi dike.
Em bang li Îranê dikin ku ji bo Rusyayê moşekan dabîn neke. Her daxwaza moşekan, bi awayekî zelal dibe binpêkirina biryarên Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin