PeyamaKurd – Seroka firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê diyar kir, îhtimal heye budçeya sala 2021ê ya Iraqê hefteya bê ji aliyê Parlamentoyê ve were pesendkirin.
Parlamentera Kurd û Seroka firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Vîyan Sebrî daye zanîn, danûstandin di navbera şanda Hikûmeta Kurdistanê û berpirsên Iraqî de didome.
Herwiha Vîyan Sebrî destnîşan kir, vê carê helwesta Şîeyan, hinekî hatiye guhertin û nerm bûye li hember daxwaziyên Kurdistanê.
Seroka firaksiyona PDKê eşkere kir, îhtimal heye Parlamentoya Iraqê destpêka hefteya bê bo pesendkirina budçeya giştî bicive.
Bi gotina wê Parlamentera Kurd, firaksiyonên Kurdistanî li ser budçeya Kurdistanê hevnêrîn in, lê hinek aliyên Erebên Şîe, gefa wê yekê dixwin, heger Hewlêr û Bexda li hev nekin, ew ê proje qanûna budçê bidin pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin