PeyamaKurd- Xwendevanên li Tirkiyê yên ku girtîne û yên ceza li wan hatiye birîn, jimara wan yên di zîndanên Tirkiyê de, gihaye 70 hezar kesî.
Li gor rêjeyên wezareta dadê ya Tirkiyê, ji girtiyan 38 hezar û 33 kes xwendevanên lîsê, pêş lîsans û yên lîsansê ne. Xwendevanên ku ji derve de van hemû dibistanan dixwînin, naçin dewamê û tenê dikevin ezmûnan, jimara 33 hezar û 268 in.
Di sala 2013an de jimara xwendevanên girtî 2 hezar û 776 kes bûn. Ev reqem di nava 4 salan de, her sal 25 car zêde bûn û gihan 69 hezar û 301ê. Niha jimara girtiyan yên di zîndanan de, bi temamî 230 hezar û 735 kesin kus ê yeka wan xwendevanin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin