Zelenskiy: Li Bahmutê, bi sedan lesker hatin kustin!

Zelenskiy: Li Bahmutê, bi sedan lesker hatin kustin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya rojane de bang li gelê xwe kir û ragihand ku ji 6ê Adarê û heta niha, bi sedan leşkerên Rusyayê li bajarê Bahmutê hatine kuştin û bi sedan jî birîndar in.

Volodimir Zelenskiy ragihand ku bi dehan cebilxaneyên Rusyayê hatine rûxandin û zêdetirî 10 depoyên cebilxaneyê yên Rusyayê hatin jinavbirin û da zanîn ku ji 6ê Adarê û bi vir ve 1100 leşkerên Rusyayê li bajarê Bahmutê yê ku şer lê berdewam dike hatine kuştin û hezar û 500 jî birîndar bûne.

Zelenskiy got, “Li Kharkivê elektrîk heye. Li herêma Jitomir elektrîk heye. Hemû bajar û civakên ku di warê enerjiyê de pirsgirêk hebûn ji nû ve hatin tekûzkirin. Ez spasiya her kesî dikim û taybetî ji her kesên ku li ser vê pirsgirêkê xebitîne re spas dikim.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî endezyarên me yên enerjiyê dikim ji bo vê hefteyê, ji bo hemû tîmên tamîrkirinê, rayedarên herêmî û navendî yên ku beşdarî jiholêrakirina encamên êrîşa terorîstî ya Rusyayê ya pêncşemê bûne."

Zelenskiy diyar kir ku li Ukraynayê bernameya guhertina lembeyên kevin bi lembeyên LED yên nû bi awayekî çalak tê meşandin û got,

“Beriya niha Ukrayniyan bi giştî 12 milyon lembeyên LED wergirtine. Sexbêriya enerjiye dihêle ku ev hejmar me bigihîne 600 megawatt enerjiyê. Ev bi qasî nîvê hilberîna yekîneya herî hêzdar a santrala nukleerî re wekî hev e. Ji kerema xwe re ji vê bernameya pevguhertina çirayê sûd werbigirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin