Li Batmanê erdhej çêbû

Li Batmanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, îro Yekşemê danê nîvro erdhejekê rû da.

Çavdêrxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê belav kir ku li bajarê Batmanê navçeya Hezoyê li demjimêr 13:15 xulekan erdhejek çêbûye.

Hate diyarkirin ku pileya erdhejê 3,4 e û kûrahiya wê ya ji zemîna erdê jî 5,7 kîlometre ye.

Heta niha ti ziyaneke wê erdhejê nehatiye tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin