Qamislo | Yekîtiya Rewsenbîrên Kobanê li ser yekrêziyê bi PDK-Sê re civiya

Qamislo | Yekîtiya Rewsenbîrên Kobanê li ser yekrêziyê bi PDK-Sê re civiya

PeyamaKurd - Şandek ji rewşenbîrên Kobanê bi sedema pêkanîna yekrêziya nav mala Kurdan serdana bajarê Qamişlo kir û bi Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) re civiya.

Şandek ji Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê li ser serdana Qamişlo û hevdîtina ligel berpirsên PDK-Sê diyar dike ku armanca wan ji vê hevdîtinê nêzîkatiyek di nerînan de çêbibe û nexşerêyek siyasî were danîn e.

Endamê şandê Mesûd Mihemed ji K24ê re daye xuyakirin, ew bi PDK-Sê re civiyan, helwesta wan baş bû û ewê bi partî û aliyên din re jî wek Hevbendî, Pêşverû û PYDê re bicivin, ji ber ku gel îro dixwaze yekbûnek di helwestan de çêbibe.

Mesûd Mihemed got, “Herwiha em dixwazin partiyên me yên Kurdî hinekî tenazulatan ji hev re bikin û li defterên kevin venegerin û bi rihê biratiyê bi hev re kar bikin, ta nêzîkbûnek çêbibe. Em dizanin ku helwesta hemû pariyan baş bû.”  

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdelah jî derbarê serdana Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê de got: “Divê em li ser nerîneke siyasî ya hevbeş derbarê daxwazên gelê me di pêşeroja Sûriyê de bigihin hev. Duyem, divê em li ser rêveberiyeke hevbeş jî bigihin hev, yan ev rêveberiya heye nûjen bikin, yan wê hilweşînin û yeke nû ava bi hemû pêkhateyên deverê pêk bînin. Sêyem jî, divê encûmeneke serbazî çêbibe û Pêşmergeyên Rojava jî tê de beşdar bibin û lêvegereke siyasî jê re hebe û biryarên xwe jê werbigirin.”

Biryar e Yekîtiya Rewşenbîran li bajarê Qamişlo hevdîtinên xwe berdewam bikn û çav li rê ye bi TEV-DEMê, partiya Pêşverû û partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî re jî bicivin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî beriya niha hewlên yekrêziyê dabûn destpêkirin ku ji aliyê partiyên ENKSê û PYDê jî bi xweşbînî hatibû pêşwazîkirin ku Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê jî yekemîn car dest bi hevdîtinên bo yekrêziyê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin