PeyamaKurd – Li ser rêya bajarê Erzerom û Artvinê hez li erdê ket û otomobîla ku di rêya xwe de diçû heya newalê bi xwe re bir. Keç û dêya ku di otomobîlê de bûn, di newalê de wenda bûn.
Bûyer di wexta êvarê de seet di 20.30an de li ser rêya navça Tortum a Erzeromê, li devera Derekapıyê çêbû. Kesê otomobîlê dajot ji Sûriyê bû û heya newalê çûn. Ajotvan hat rizgarkirin lê dê û keça di otomobîlê de bûn, ji otomobîlê pekiyan û ketin newalê.
Di encama heza li axê ket de, rê ji bo çûnûhatê hat girtin û paşê bi xebata tîmên rêyên bejayiyê rê vekirin. Xebata lêgerîna keç û dê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin