Îsraîl bo Ewropayê: Em dikarin %10ê gaza Rûs ji we re dabîn bikin

Îsraîl bo Ewropayê: Em dikarin %10ê gaza Rûs ji we re dabîn bikin

Peyamakurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di serdana Almanya de, piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Alman Olaf Scholz li Berlînê, li ser mijara krîza veguhestina gaza Rûsî bo Ewropayê ragihand ku Îsraîl dikare gazê dabîn bike.

Lapid di civîna hevbeş a rojnamevanî de got: "Muhtemel e em ê hinardeya gazê bo Ewropayê zêde bikin, hêvî dikim ev ê sala bê mimkun be.^

Herwiha Lapid diyar kir ku ew dikarin ji sedî 10ê gaza ku Ewropayê ji Rûsyayê dikirî dabîn bikin û ew ê bibin parçeyekî telafîkirina gaza rûsî li Ewropayê.

Yair Lapid da zanîn ku hejmarek kompaniyên biçûk yên enerjiyê li Îsraîlê hene ku ew ê jî hewl bidin krîza enerjiyê ya li Ewropayê çareser bikin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber dorpêçên şerê Ukraynayê Rûsyayê biryara qutkirina gazê bi ser Ewropayê de daye ku ev jî bûye sedema krîzeke mezin a enerjiyê li welatên Ewropayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin