PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, peyameke vîdyoyî bi boneya 9ê Gulanê serfiraziya dijî rejîma Hîtler û Nazîyan a Şerê Duyem ê Cîhanê belav kir.
Zelenskiy di peyama xwe de diyar kir, “Xeyal dikim ku wê Rûsya serfiraziya 9ê Gulanê ya dijî Nazîzmê bo Ukraynayê red bike, lê belê di Şerê Duyem ê Cîhanê de, bi milyonan Ukraynî dijî nazîyan şer kirin û nazî ji Luhansk, Donetsk, Yalta, Kerç û ji tevahiya Kirimê qewirandin. Herwiha Herson, melîtopol, berdyansk û Mariupol ji nazîyan rizgar kirin.”
Herwiha Zelenskiy got, "Em bi pêşiyên xwe yên di nav hevpeymana dijî Hîtler de, Nazî têk dane re serbilind in. Pêşiyên me Nazî ji hawîrdorê Ukraynayê qewirandin, lê niha ew bajar îlhamê didin me. Baweriya ku em ê dagirkeran teqez ji nav axa xwe der bikin dide me.”
Zelenskiy di peyama xwe de da xuyakirin ku wê di demeke nêzîk de du rojên wan ên serfiraziyê çêbibin ku ya duyem jî wan ji niha ve qezenc kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo şerê dijî Ukraynayê wekî sedem paqijkirina Nazîyan ji wî welatî nîşan dide. Herwiha li Rûsyayê 9ê Gulanê wekî Roja Serfiraziyê ya têkbirina Nazîyan tê pîrozkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin