PeyamaKurd – Petrola Rûsyayê ya di ser xeta petrolê ya Drujbayê de diçû Awrûpayê hatibû birîn. Rûsya û Ûkrayna car din li ser mijarê lihev kirin û petrolê di xetê de berdan. Şîrketa petrolê ya Ûkraynayê Ukrtransnafta do sewqiyata petrolê dabû rawestandin. Şîrketa petrolê ya Slovakyayê Slovnaf ragihand ku Rûsya û Ûkrayna car din lihev kirine û dest bi şandina petrolê kirine. Şîrket weha got:
“Şandina petrolê di xeta Drujbayê de car din destpêkir. Sibê û roja înê em bende ne ku petrol bigihê Macaristan û Slovakyayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin