PeyamaKurd- Heyetek ji wezareta Karên Şehîdên Enfalê bo hevdîtinên li ser hinek babetan çû Bexdayê. Li gor agahiyan wê mijara wan bo kesên ku esîr ketine destê DEAŞê, gorên komkî yên Êzîdiyan, kesên ku di êrîşên kîmyewî de bûne qurban û mijarên weka wan de wê hevdîtinan bikin.
Ji wezaretê, endamê rêvebiriyê Berevan Hemdî bo BasNewsê weha ragihandiye:
“Di vê seredanê de wê heyat bi serokê parlementoya Iraqê yê duyemîn Dr. Beşîr Hedad, bi Mehdî ‘Elaq û hinek rêvebirên din re wê hevdîtinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin