Hinarên Pirsûsê (Sûrûcê) hatin tescîlkirin

Hinarên Pirsûsê (Sûrûcê) hatin tescîlkirin

PeyamaKurd – Di van salên dawiyê de Pirsûs bi hilberîna hinaran bipêşketiye û niha hinarên Pirsûsê (Sûrûc) li bazara meyweyan baş tên zanîn. Li ser mijarê Şaredariya Sûrûcê sala borî bo hinarên Pirsûsê bên tescîlkirin seredanê kiribû û ew seredan encam da. Li gor ragihandina nivîskî ya şaredariyê; hinarên Sûrûcê bi bêhna xwe ya taybet, reng û tama xwe balê dikşîne û bi belgeya xwe ya nîşana erdnîgarî hat tescîlkirin.

Qeymeqamê Sûrûcê ku hem wekîlê şaredarê Sûrûcê ye, Kenan Aktaş got ku hinarên Sûrûcê weka berhemekî tescîlkirî di bazaran de ciyê xwe girt.

Li Sûrûcê bende ne ku îsal 500 ton hinar bê hilberandin. Bisedema ava bendava Ataturkê ku digihê Deşa Sûrûcê, xelkê cotyar çend sale ku hilberîna hinaran dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin