PeyamaKurd- Şîrketa balafirên rêwiyan Atlas Global, di ser hesabê xwe yê Instagramê de peyamekî belav kir û di peyama xwe da got ku heya 21 ê meha 12 an, wê navber bixe seferên balafiran. Navber bo demekiye. Atlas Global di peyama xwe de weha ragihand:
“Em bo xizmeteka baştir bo we peşkeş bikin, em xwe ji nûh de birêdixin. Me bo demeke demkî, ji roja 26.11.2019 heya roja 21.12.2019an, navber daye operasyonên (fir) xwe.”
Bilêtên balafiran wê heya 16 ê meha 12 an neyên firotin. Kesên ku bilêtan kirîne, dikarin di ser malpera wan de agahiyan bişopînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin