PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê ragihand ku wan li Derya Reş nêzî girava Mar li 2 botên dewriyê yên Rûsyayê xistine. Ûkrayna wêneyên botên dewriyê li ser çapemeniya navdewletî belav kir. Ûkrayna bi dronan li botan xistiye û ev jî balkêşe.
Artêşa Ûkraynayê ragihand ku bi fuzeyan li botan xistine û her duyan jî noqav kiriye. Wezaret balê kişand ser keştiya ‘Moskova’ ku berê Rûsya red kiribû ku Ûkrayna li keştiya wan xistiye û paşî keşti ‘Moskova’ noqav bûye. Rêvebirê wezaretê her weha ragihand ku dibe êrîşekî ji aliyê deryayê de ji bo ser Odessayê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin