Çerkez sirgûna xwe ya 158 sal berê protesto kirin

Çerkez sirgûna xwe ya 158 sal berê protesto kirin

PeyamaKurd – Federasyona rêxistinên Çerkezan ya Îstenbolê bi sedema salvegere 158 em sirgûna xwe, tevgera protestoyê pêkanîn. Xwepêşandêr li Taksim Odakule yê alên Çerkez û Ûkraynayê hildan. Serokê federasyonê yê giştî Nusret Baş, di civîna çapemeniyê de got ku 21 gulana 1864 an nîşana komkujî û sirgûna Çerkeza ye. Baş weha got:

“Di ser planên Rûsan de 158 sal derbas bû lê negihan ti encamê. Me şandin Anedolê, Balkanan û Rojhilata Navîn û me li ser van axa têkoşîneka awarte da, da jiyana xwe dewam bikin. Îro xelkê me nûfûsa wan bi mîlyonaye û li welatê xwe nûfûsa wan 6 car zêdetir bûye. Em mafê xwe yên mirovî û netewî dixwazin. Em ji rêvebiriya Rûsyayê dixwazin ku komkujiya me, dagera welatê me qebûl bikin û rehabilitasyona me bikin. Welew heya qiyametê dewam jî bike, heya em welatê xwe bidest bixin û bigihên mafên xwe yên civakî, em ê vê têkoşînê dewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin