Êrîşa ser koçberên Serê Kaniyê li Qamişlo û Hesekê hat protestokirin

Êrîşa ser koçberên Serê Kaniyê li Qamişlo û Hesekê hat protestokirin

PeyamaKurd - Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê ku ji nêzîkî 400 heta 650 malbatî pêk dihat, piştî 7 salan ji parêzgeha Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê ket, lê piştî gihîştina bajêr rastî êrîşa Erebên hawirde û çekdaran hatin.

Çekdaran êrîşî malbatan kir

Dema ku malbatên kurd piştî koçberiya ji sala 2019an ve xwestin vegerin malên xwe, dîtin ku Erebên hawirde di malên wan de ne û çend çekdarên ji Dêrezorê êrîşî wan kirin. Ji bo ku alozî û şer mezin nebe, malbatên kurd careke din neçar man ku ji Serê Kaniyê derkevin.

Li Qamişlo û Hesekê xwepêşandan

Piştî van bûyeran, li Hesekê û Qamişloyê bi sedan welatî daketin kolanan û li dijî van êrişan xwepêşandan li dar xistin.

Tevî ku biryar hatibû dayîn ku çekdar ji malên xelkê werin derxistin û garantî ji bo parastina can û malê koçberan hatibû dayîn jî, xelk dîsa rastî êrîşê hatin.

Li gorî daneyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, hejmara koçberên bajêr nêzîkî 12 hezar û 500 malbatî (derdora 72 hezar kesî) ye û hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û mayînên li herêmê wekî sedemên sereke yên derengketina vegerê tên nîşandan. Her çiqas çûyîna karwanê yekem cihê kêfxweşiyê bû jî, êrîşên dawî û nezelaliya rewşê bûn sedema fikar û dilgiraniya xelkê herêmê.