PeyamaKurd – Kurdên Kerkûkê îro 4ê Îlonê ji bo şermezarkirina şehîdkirina çar welatiyên Kurd xwepêşandaneke li dar xist.
Hejmareke mezin a welatiyên Kurd ên li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê, ji bo protestokirina êrîşa 2yê Îlonê roja Şemiyê ku 4 welatiên Kurd hatibûn şehîdkirin, derketin qadan.
Xwepêşanderan ji bilî şermezarkirina êrîşa 2yê Îlonê herwiha binçakirina 40 welatiyên Kurd ên beşdarî xwepêşandanê bûbûn jî protesto kir.
Di xwepêşandanê de, daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê, bidawîanîna serbazgehkirina bajar, vekişîna hêzên Iraqê yên taxên Kurdan dorpêç kirine, dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin