PeyamaKurd – Li bajarê Erzirom ê Bakurê Kurdistanê îro 19ê Hezîranê piştî nîvro erdhejekê rû da.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku îro 19ê Hezîranê roja Duşemê li demjimêr 14:43yan li navçeya Aşkale ya Erziromê erdhejekê rû da.
Li gorî AFADê tundiya erdhejê 4.3 bûye û di kûrahiya 12.52 km ya binê erdê de pêk hatiye.
Derbarê ziyanên erdeheja ku bûye sedema tirsê de ti ziyanek nehate ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin