3 wezîrên hikûmeta Ermenistanê ji kar hatin vekisandin

3 wezîrên hikûmeta Ermenistanê ji kar hatin vekisandin

PeyamaKurd – Bir biryarnameyeke ku Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan îmze kir, 3 wezîrên hikûmeta Ermenistanê ji kar hatin vekişandin.

Bi biryarnameyê wezîrê berevaniyê David Tonoyan ku îstifiya xwe dabû, Wezîra Rewşên Lezgîn Feliks Tsolakyan û Wezîrê Karûbarên Xebatê Zaruyi Batoyan ji kar hatin vekişandin.

Herwiha li şûna Wezîrê Berevaniyê Tonoyan jî Vagarşak Jarutyunyan bo wê postê hat erkdarkirin.

4 roj berê jî Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan karvekêşana xwe dabû.

Krîza siyasî ya li Ermenistanê piştî agirbesta Nagorno Qerebaxê dest pê kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan berpirsiya wê têkçûnê qebûl kirbû û gotibû, ew amade ye derkeve pêş dadgehê jî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin