Wezareta perwerdê ya Kurdistanê seredana Weqfa Maarifê kir

Wezareta perwerdê ya Kurdistanê seredana Weqfa Maarifê kir

PeyamaKurd- Musteşarê wezareta perwerdê ya herêma Kurdistanê Fexreldîn Bahaeddîn Qadir, seredana serokê weqfa Maarifa Tirkiyê ya Birol Akgun kir.

Dibistanên Weqfa Maarifê yên ku wê li Hewlêrê, di salên 2018-2019 an de dest bi perwerdê bikin, bo wan niha 85 mamoste semînera perwerdê dibînin û seminer li îstenbolê ye. Musteşarê wezareta perwerda Kurdistanê li navenda weqfê geriya.

Akgun sipasiya musteşarê Kurd Qadir kir ku di asta avakirina dibistanan de, li Hewlêrê jê re piştgiriyê kiriye. Akgun got ku mamosteyên di dibistanan de wezîfe bikin, bernama xwe bi serkeftin qedandine û dê roja duşemê piştî semînerê, roja sêşemê wê dagerin welatê xwe û di dibistanan de perwerdehiyê bikin.

Mamosteyên ku perwerda xwe qedandine, wê li dibistanên seretayî, navnedî û bakeloryayê de ders bidin û wê têra 2 hezar û 500 xwendevanî bikin.

Qadir ragihand ku bo projeyên weha ew amade ne ku destekê bidin û weha dewam kir:

“Me alîkariyê kir da Weqfa Maarifê ya Tirkiyê her tiştên xwe temam bike. Bi van dibistanan bêhna hewlêrê derket. Bi taybetî di hêrêmê de, di seha ilmê fennê de û di bûrsên zankoyan de em piştgiriya Weqfa Maarifa Tirkiyê dixwazin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin