PeyamaKurd- Di çapemeniya dinyayê de hinek dîmenên S-300an ketin ser rûpelên çapemeniyê û niha dinya li ser vê mijarê diaxife. Di malpera leşkerî ya bi navê ‘Defense Blog’ de, dîmenên S-300 hat belavkirin ku li Amerîkayê hatiye danîn û tê parastin lê di destê Amerîkayê de çi dike?
Ew sîstema S-300an gelo bi armanca ku li serê lêkolîn bênkirin hatine danîn an Amerîka xwe bi wê sistemê diparêze? Eger xwe bi wê sîstemê biparêze, bo çi nahêle ku Tirkiye wê sîstemê bikire?
Mijareka dinê ew e ku bê ew sîstem ji ku de hat ket destê Amerîkayê? Di çapemeniyê de behsa serokê dewleta Ûkraynayê Proşenko têkirin ku dibe ew dabe Amerîkayê. Wezareta bergiriyê ya Rûsya li ser îhtîmala ku Ûkrayna dabe Amerîkayê disekine.
Rûsya niha tişteka weha dibêje: Ew sîstem ya kevne û jê ti zerar nagihê parastina Rûsyayê, ji ber sîstema xwe bi temamî guherandine û ew teknolojî ya kevn e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin