Mesrur Barzanî: Seqamgeriya herêmê li berjewendiya her kesî ye

Mesrur Barzanî: Seqamgeriya herêmê li berjewendiya her kesî ye

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, civîneke hevbeş a rojnamevanî li Enqerê hat lidarxistin.

‘Pêwendiyên me yên bi Tirkiyê re girîng û stratejîk in’

Serokwezîr Barzanî di civîna rojnamevanî de li ser naveroka hevdîtinê agahî dan û got, wan nîgeraniya xwe ya bo rewşa Sûriyê aniye ziman û destnîşan kir, seqamgeriya herêmê li berjewendiya her kesî ye:

 "Nîgeraniya me ya hevbeş heye. Gelekî xweşhal im ku min bihîstiye Tirkiye dixwaze hevkariyê bi Netewên Yekbûyî re bike, ji bo koçber bi dilxwazî vegerin cihên xwe. Vegera koçberan bo navçeyên cuda bi zorê nabe."

Mesrur Barzanî bal kişand ser pêwendiyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re diyar kir, "Pêwendiyên me yên bi Tirkiyê re girîng û stratejîk in."

Barzanî li ser pirseke hebûna PKKê li Şingal û Iraqê ku Tirkiye vê mijarê tim tîne rojevê jî diyar kir, “Mixabin desthilata me li Şingalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye. Ji berê de, em li dijî hebûna PKKê li Şingalê û Herêmê ne. Em ligel wê nîn in PKK li Şingalê û navçeyên din hebe."

Mesrur Barzanî herwiha da zanîn ku pêwendiyên wan ligel Amerîkayê gelek baş in û bi hev re şerê terorê dikin.

Wezîrê Tirk Çavuşoglu jî kêfxweşiya xwe bo yekem serdana derve ya Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê anî ziman û diyar kir, wî derbarê operasyona ser Rojavayê Kurdistanê de agahî bi Barzanî re parve kirine û got, "Careke din em bibîr tînin ku operasyon ne li dijî Kurdan e, lê li dijî hebûna PKK/YPGê ye" û îdia kir ku PKK û YPG dijminên Kurdan in.

Çavuşoglu da zanîn ku ji bo wan hemûyan girîng e li dijî PKKê û DAIŞê li nav sînorên Iraqê têkoşînê bidin û got, me di hevdîtinê de li ser çalakiyên FETOyê yên nav Iraqê zanyarî bihevre parve kirin.

Çavuşoglu bal kişand ser hedefa bazirganiya 20 milyar dolaran bi Kurdistanê re û li ser qedexeyên ser berhemên tirkî got, “Demên dawî li ser hin berhemên me qedexe hatine danîn. Em vê rast nabînin. Nabe ku bi fişara hin welatên din qedexe bên danîn ku ev ne li gorî pêwendiyên me ne. Em girîngiyê didin ji nû ve avadankirina Iraqê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin