'Balafirên Su-35 ên Rûsî nehistin F-16ên Tirkiyê bikevin Sûriyê'

'Balafirên Su-35 ên Rûsî nehistin F-16ên Tirkiyê bikevin Sûriyê'

PeyamaKurd – Çavkaniyên medya Rûsyayê îdia kirin ku balafirên f-16 ên Tirkiyê ku doh ji bo parastina karwana artêşa Tirkiyê bi ser esmanê Sûriyê de firiyan, ji aliyê balafirên Su-35 ên rûsî ve rêgirî li wan hatiye kirin û neçar mane vegerin.

Malpera bi navê Avia.pro a rûsî ragihand ku F-16ên Tirkiyê dema diçûn parastina karwana leşkerî (doh ji aliyê balafirên Sûriyê ve êrîş lê hatibû kirin) rastî rêgiriya Su-35ên rûsî hatine û piştî ku 40 km ketine nav qada esmanî ya Sûriyê neçar mane terka Sûriyê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin