PeyamaKurd – Li bajarê Erdexan ê Bakurê Kurdistanê, îro 27ê Îlonê danê êvarê erdhejeke tund çêbû.
Rêveberiya Serokatiya Afat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Golan a Erdexanê bi pileya 5an erdhejekê rû daye.
Herwiha hat diyarkirin ku erdhej di demjimêr 17:08an de çêbûye û kûrahiya wê ya ji erdzemînê jî 7 kîlometre ye.
Derbarê xisarên erdhejê de heta ni ti agahî û daxuyanî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin