Parêzgariyê ji bo terka Stenbolê bikin mohlet da penaberên Sûrî

Parêzgariyê ji bo terka Stenbolê bikin mohlet da penaberên Sûrî

PeyamaKurd – Ji bo welatiyên Sûriyê ku li Stenbolê dimînin nûçeyeke nexweş hat.

Parêzgariya Stenbolê biryar wergirt ku welatiyên koçberên ji Sûriyê hatine li Stenbolê bicih bûne û dixebitin vegerin.

Parêzariyê di daxuyaniyekê de îro ragihand ku welatiyên biyanî yên ji Sûriyê hatine Stenbolê û îqameya wan li bajarên din heye, pêwîste heta 20ê Tebaxa 2019an terka Stenbolê bikin û vegerin wan bajarên navê wan hatiye tomarkirin.

Biryara Parêzgariya Stenbolê piştî bazarên li ser koçberên Sûriyê yên Tirkiye ligel Amerîka û welatên Ewropî dike tê ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu doh di daxuyaniyeke xwe de gefa şandina penaberan li welatên ewropî xwaribû û gotibû, heger bi ser wan de bişînin ew dê nikaribin ji bin barê wan rabin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin