PeyamaKurd – Balyozxana Amerîkayê ya Bexdayê fermannameyekî ji bo hemwelatiyên xwe belav kir û tê de got dibe ku mîlîsên Iraqê yên bi ser Îranê ve, êrîşê otêlên ku biyanî lê dimînin bikin û bo welatiyên xwe gotin ku terka Iraqê bikin.
Balyozxane got ku mîlîs plan dikin ku li otêlên ku biyanî di wan de dimînin erêşê wan. Balyozxane daxwuyaniya xwe 06.03.2026a de roja Înê da û tê de got:
“Îran û hevkarên wan terorîstên mîlîs, li Herêma Kurdistanê dibe ku êrîşan bibin ser otêlên ku biyanî di wan de dimînin. Eger welatiyên me rêyekî dîtin, dikarin terka vê derê bikin. Kesên dixwazin bimînin bila planên xwe yên ewlehiyê kontrol bikin û bo rûdanan amade bin.”
Balyozxane ragihand ku Washington temamê bijarteyên li ber xwe yên ji bo tehliya welatiyên xwe ji Rojhilata Navîn bikin, rave dikin. Yên dixwazin bimînin, divê amade bin da ji bo demekî dirêj bimînin, bila dermanên xwe stok bikin, xwarin û pêdiviyên esasî ji xwe re kom bikin.