PeyamaKurd – Li taxa Mehmudiye ya Efrînê di encama teqandina motorsikleteke bombebarkirî de kesekî jiyana xwe ji dest da 16 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan teqîn li ber restorana bi navê Kebso rû daye ku ew dever cihekî qelebalix bûye û ji ber wê jî hejmara qurbaniyan zêde ye.
Medya tirk jî derbarê êrîşê de ragihand ku tîmên kûm spîyan gihîştiye cihê bûyerê û birîndar rakirine nexweşxaneyan.
Li gorî medya tirk êrîş ji aliyê YPGê ve hatiye kirin ku 11ê Tîrmehê jî li Efrînê bi tankêreke sotemeniyê êrîş hatibû kirin û ji bilî mirina 8 sivîlan 35 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin