Nûrî Malikî daxwaz ji hêzên siyasî û civakî kir fikra pasxistina hilbijartinê red bikin

Nûrî Malikî daxwaz ji hêzên siyasî û civakî kir fikra pasxistina hilbijartinê red bikin

PeyamaKurd –  Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Partiya Dewa ya Iraqê Nûrî Malikî, di daxuyaniyekê de li ser gotegotên paşxistina hilbijartinên pêşwext axivî û diyar kir: ‘‘Bi tundî pêkanîna Hikûmeta hewarçûnê em red dikin, ku vê dawiyê çend siyasetmedarên Iraqê qala vê mijarê dikin.’’

Îro 25.05.2021ê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî da zanîn: ‘‘Hilweşandina Hikûmeta niha û pêkanîna Hikûmeta hewarçûnê, wegere ji demokrasiyê û li dijî bingehê desthilat dest bo dest radestkirinê ye û sivikayi ye bi xwepêşanderan.’’

Nûrî Malikî destnîşan kir: ‘‘Helbijartina pêşwext, di dema hatî diyarkirin de dê birêve biçe.’’

Malikî herwiha daxwaz ji hêzên siyasî û civakî kir, fikra paşxistina hilbijartinê red bikin û rijd bin li ser birêveçûna hilbijartinan.

Biryar e roja 10.10.2021ê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê birêve biçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin