Ji Serok Barzanî peyma Cejna Qurbanê: Daxwazek ji aliyên siyasî kir

Ji Serok Barzanî peyma Cejna Qurbanê: Daxwazek ji aliyên siyasî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi mebesta hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir, Serok Barzanî di peyama xwe de, daxwaz ji tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku piştî cejnê bi hestê berpirsiyariya nîştimanî bicivin, dev ji duberekiyên bêencam berdin û vê xitimîna siyasî bi dawî bînin.

Serok Barzanî, pêşî cejna Qurbanê li hemû Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û daxwazek ji tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Peyaman Serok Mesûd Barzanî ya bo Cejna Qurbanê wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya Pîroz, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiyeke taybet jî pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên delal ên Kurdistanê dikim. Di vê boneya pîroz de, ez ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku xêr, xweşî û bextewariyê ji bo hemû xelkê Kurdistan û cîhanê pêkbîne.

Her wiha di vê dema hestiyar û çarenûssaz de, peyama min ji bo alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê ew e ku hemû alî li ser berjewendiyên xelkê Kurdistanê bifikirin; berjewendiyên bilind ên gelê me bixin ser serê armanc û berjewendiyên teng û dev ji wan nakokiyên bêencam û wê xwe-xwarinê berdin ku ev demek e pêvajoya siyasî ya Herêmê pê dinalîne. Daxwaz dikim ku piştî Cejna Qurbanê ya Pîroz, aliyên siyasî yên Herêmê bi dilsozî û hestê nîştimanperweriyê bi hev re bicivin, vê xitima siyasî çareser bikin û dawî li vê rewşa nexweş a siyasî bînin. Ev erkeke wijdanî, neteweyî û nîştimanî ye û divê hemû alî bi hestê berpirsiyariyê tevbigerin û vegerin ser rêya rast.

Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkek ji bo baştirbûna rewşa Herêma Kurdistanê, derbaskirina pirsgirêkên siyasî û her wiha pêkanîna aştî, aramî û ewlehiya li herêma me û li seranserê cîhanê.

Cejna we pîroz be û her dem di nav xweşî û tenduristiyê de bin.

Mesûd Barzanî

9ê Zîlhicceya 1447ê Koçî

26ê Gulana 2026an”