Demirtas: HDP partiyeke Tirkiyê ye û aliyê pêwendîdar ê her kêseyeke Tirkiyê ye

Demirtas: HDP partiyeke Tirkiyê ye û aliyê pêwendîdar ê her kêseyeke Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattin Demirtaş peyamek belav kir û got, HDP ne partiyeke Bakurê Kurdistanê ye, ew partiyeke Tirkiyê ye.

HDP do bi fermî nexşerêya hilbijartina 2021ê eşkere kir û tê de bangeşeya adelet, aştî û demokrasiye kir û da zanîn, deriyê hevpeymaniyeke demokratik ji bo tu aliyan negirtine.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kiriye, HDP partiyeke Tirkiyê ye û aliyê pêwendîdar ê her kêşeyeke Tirkiyê ye.

Selahattin Demirtaş diyar kiriye: ‘‘Nexşerêya HDPê gelekî bi nirx e, gelekî girîng e ji bo pêşbirina demokrasi û aştiyê bi wê mercê pêşwazî lê were kirin.

Serokê Partiya Komarî  (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, rexne li hikûmeta AKPê girtibû ku weke alîyê pirsa Kurd Abdullah Ocalan qebûl kiribû û ragihandibû, HDP aliyê fermî yê danûstendinê yê pirsa Kurd e li Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin