Pashinyan: Ev xeletiyeke stratejîk bû

Pashinyan: Ev xeletiyeke stratejîk bû

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan, di derbarê Rusyayê de daxuyaniyek da û got ku "Ji bo Ermenîstanê şaşiyeke stratejîk bû ku ewlekariya xwe bi Rusyayê ve girêdide."

Nikol Pashinyan, li ser têkçûna welatê xwe di Şerê Karabaxê yê Duyemîn de hin daxuyaniyên balkêş dan.

Pashinyan Rusya sûcdar kir ku di Şerê Qerebaxê de nikare Ermenîstanê li hember Azerbaycanê biparêze û wiha got:

"Avahîsaziya ewlehiyê ya Ermenîstanê ji % 99 girêdayî Rusyayê bû, çek û cebilxane jî di nav de bû. Lê îro şerê Rusyayê li Ukraynayê "Em dibînin ku ji bo şer pêdiviya çek û cebilxaneyan heye. Di vê rewşê de tê fêmkirin ku Rusya bixwesta jî nikarîbû hewcedariyên ewlekariya Ermenîstanê bi cih bîne. Divê ev mînak nîşanî me bide ku girêdayîbûna Ermenîstanê ya ewlekariya Rusyayê xeletiyek stratejîk e."

Her wiha hat diyarkirin ku heta niha ji Kremlînê tu bersiv ji bo vê daxuyaniyê nehatine dayîn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin