Kitêba ku heqaretê li Kurdan dike wekî spartek dan xwendekaran

Kitêba ku heqaretê li Kurdan dike wekî spartek dan xwendekaran

PeyamaKurd / Taybet –  Li Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê mamosteyan kitêbeke sosret ku heqaretê li Kurdan dike û piçûk dixe, wekî spartek da xwendekaran. Bi taybet xwendekarên kurd ên zanîngehê bertek nîşanî vê daxwaziya mamosteyan dan.

Hat hînbûn ku mamosteyên Zanîngehê Çukurovayê kitêba Kinalizade Ali Çelebi (1517-1571) ya bi navê ‘Ahlak-i Alai’ tê de heqaretê li kurdan dike wekî spartek dane xwendekaran û ji wan xwestine baş bixwînin û jê fêr bibin.

PIRTÛK KURDAN WEKÎ DIZ Û TALANKAR DIDE NASÎN

Di beşeke wê kitêbê de tê gotin, “Kurd bi qencî û siwariya hespan meşhûr in, lê nijadeke bi dizî û şêlandinê jî têne nasîn in.”

Di berdewamê de jî nivîskarê pirtûkê Kinalizade Ali Çelebi dibêje, “Xwediyê Sukur’i Rakik dibêje; Di Kurdan de hişkî, qewet, wêrekî; hejariya zêde û sebrkirina ji bo debara jiyanê, bêsedeqetî, kîndarî û bêwefatî teqez heye.”

'KURD JI XEYNÎ KOLETÎ Û KARÊN GIRAN BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊN'

Nivîskarê vê kitêbê herwiha heqaretê li Kurdan dike û wiha didomîne: “Kurd ji xeynî koletî, kar û barên giran pê ve bi kêra tiştekî din nayên.”

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê (MEB) beriya niha xwestibû vê kitêbê bixe nav mufredata beşa felsefeyê, lê piştre paşde gav avêtibû û nexistibûyê.

Niha jî vê kitêba ‘Ahlak-i Alai’ ku bi heqaretan kurdan neyar û kole rave dike, wekî spartek didin xwendekaran.

PeyamaKurd - Taybet

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin