PeyamaKurd - Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser leşkerên Ukraynayê yên li bajarê Mariupolê hatine dîlgirtin yan jî ketina dorpêça artêşa Rûsyayê hişyarî da.
Zelenskiy di hevpeyvîneke bo malpera Ukransk Pravda de got, “Tasfiyekirina leşkerên Ukraynayê li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî, dê danûstandinên bi Moskowê re bi dawî bike.”
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihandiye ku wan tevahiya bajarê Mariupolê ji hêzên Ukraynayê paqij kiriye û diyar kiriye, tenê çend leşker li kargeha pola “Azovstal” mane û şer û pevçûn di navbera wan de rû didin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê gotiye: “Derfeta tekane ya rizgarkirina wan ew e ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin.”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Rûsyayê heta niha hezar û 464 leşkerên Ukraynayê xwe radest kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin